سه‌ره‌تا Derve Îmarat: Di êrîşa li ser konsulxaneya me ya li Hewlêrê de 2 karmendên ewlehiyê birîndar bûn

Îmarat: Di êrîşa li ser konsulxaneya me ya li Hewlêrê de 2 karmendên ewlehiyê birîndar bûn

1 min read
0
1,248

Wezareta Derve ya Îmaratê êrîşa terorîstî ya li ser konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragehand ku ev cara duyemîn e ku di vê hefteyê de konsulxane tê hedefgirtin.

 

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Îmaratê ku ajansa nûçeyan a Îmaratê belav kiriye, dewleta Îmararê êrîşa terorîstî ya li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Herêma Kurdistana bi tundî şermezar dike û dibêje: “Ev cara duyemîn e ku di vê hefteyê de konsulxaneya me tê bombebarankirin, du karmendên ewlehiyê birîndar dibin û avahiya konsulxaneyê zirar dibîne.”

 

Wezaretê aşkera kiriye ku hedefgirtina nûnerên dîplomatîk û baregehên wan binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî û Peymana Viyanayê ya li ser Têkiliyên Dîplomatîk e. Ji ber wê bang li Hikûmetên Herêma Iraq û Kurdistanê kir ku li ser êrîşê lêkolîn bikin, berpirsiyaran destnîşan bikin û hemî tedbîrên pêwîst bigirin da ku êrîşkar werin cezakirin.

Basnews
Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Nûnerê Cotkarên Sergeranê: Ez dev ji doza xwe bernadim

Nûnerê Cotkarên Sergeranê ragihand ku ew cezayê ji aliyê Dadgeha Kerkûkê ve li ser hatiye …