سه‌ره‌تا Derve Parlamentoya Portekîzê komkujiya êzdiyan wek jenosoid nasand

Parlamentoya Portekîzê komkujiya êzdiyan wek jenosoid nasand

1 min read
0
3,887

Duh 29.11.2019ê Parlamentoya Portekîzê bi komdengî ve komkujiya êzdiyan a ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve wek jenosoid nasand.

Çalakvanê êzdî Seîd Qasim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Parlamentoya Portekîzê duh bi komdengî ve komkujiya êzdiyan a ji aliyê rêxistiana terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin, wek jenosoid nasand. Ev pêngavekî giring û dîrokî bû ji bo kurdên êzdî û dixwazin parlamentoya Iraqê jî kar li ser wê yekê bike ku komkujiya êzdiyan wek jenosoid bide nasandin.’’

Seîd Qasim got: ‘’Ev biryar dê piştevaniya dosyayên êzdiyan bike û pêbendiya civaka navnetewî ya ji bo piştevaniya êzdiyan jî dê xurttir be.’’

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Bêtir

Serok Barzanî: Ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikim tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigre

Serok Mesûd Barzanî ji ber şehîdbûna herdu mamosteyên zanîngehê, Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îd…