Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya hatina bîranîna jidayikbûna Pêxemberê mezin Hezretî Mihemmed (Silavên Xwedê li ser bin) û Cejna Mewlidê, germtirîn pîrozbahiyan li hemû Misilmanên Kurdistanê û Iraqê û hemû cîhanê dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku di vê boneya pîroz de deriyê dilovanî û bereketa xwe ji bo gelê Kurdistanê û Iraqê û hemû mirovahiyê veke. Hêvîdar im ku ev boneya pîroz bibe sedema aştî û aramî û xêr û xweşî û dadperweriyê ji bo herêma me û hemû cîhanê.
Weselamû Eleykum û Rehmetullahî û Berekatuh
Mesûd Barzanî
11-ê Rebiûlewela 1448-ê Koçî
24-ê Tebaxa 2026 Zayînî
