سه‌ره‌تا kurdistanî Peyama Serok Barzanî di bîranîna 38 saliya Enfala Behdînan de

Peyama Serok Barzanî di bîranîna 38 saliya Enfala Behdînan de

2 min read
0
224

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di dirêjahiya rêze tawanan ya rejîma berê ya Iraqê di sedsala bîstan de, ji 25’ê Tebaxa 1988’an heta 6’ê Îlona 1988’an rejîma Iraqê êrîşeke nemirovane li piraniya navçe û gundên herêma serbilind a Behdînanê pêk anî. Di wê pîlanê de tawana kîmyabarankirin û girtin û kuştin û raguhestina bi darê zorê û enfalkirina welatiyên bêguneh ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê ve hate cîbicîkirin. Di encama wê tawana nemirovane de bi hezaran welatiyên Kurdistanê hatin komkujîkirin û bêserûşûnkirin û koçberkirin û bi sedan gund jî hatin xerakirin û wêrankirin.

Armanca sereke ya rejîmê ji wê tawana mezin guhertina demografiya Kurdistanê û cîbicîkirina siyaseta erdê şewitî û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû. Lê belê îradeya polayîn a gelê Kurdistanê ji bo mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket û ew dijmin û tawankar bûn ku rûxiyan û bûn pend û îbreta demê.

Di bîranîna 38 saliya tawana Enfala Behdînanê de hezar silav bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin. Di vê bîranîna diltezîn de radigihînin ku erkê li ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya hemû wan tawan û binpêkirinên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bike.

Mesûd Barzanî
25’ê Tebaxa 2026

 

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di bîranîna Enfala Behdînan de

Îro bîranîna bi êş a 38 saliya tawana Enfala Behdînanê dikin ku ji 25’ê Tebaxê heta …