NY: Divê hikûmeta piralî li Iraqê pêk were
Berpirsê PDKê li Xaniqîn: Sextekariyeke mezin hatiye kirin..Kursiyek ji Kurdan hatiye stendin
Barzanî û McGurk qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj dikin

PDF Newspaper
Issue :
5512
Date:
2018-05-16
Ziyatr Bxwênewe

Komisyon: Paştirîn Helbijartin li Hewlêrê bi rêve çûn

Berpirsê Komisyona Bilinda Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê li Hewlêrê Elî Qadir ragehand ku, belav kirina nûçeya revandina sindoqên dengdanê ti bingeha wê nîne û neraste, da zanîn ku, paktirîn helbijartin jî li Hewlêrê bi rêve çûn

Berpirsê Komsyona Bilinda Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê li Hewlêrê ji BasNewsê tekez kir ku, ew dikarin li ser belavkirina wê nûçeya ne rast derbarê revandina sindoqên dengdanê daxwazeke yasayî tomar bikin ji ber ti belge li ser belav kirina wê nûçeyê nebû.

Elî Qadir da zanîn ku, wan raste rast têkilî bi Bexdayê re heye, eger encamên her sidoqekê negihe sentera sereke li Bexdayê dibe cihê aloziyê û her sindoqa ku, prisgirêkeke wê hebe nayê şandin bo Bexda.

Berpirsê Komsyona Bilinda Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê li Hewlêrê aşkere kir ku, paktirîn helbijartin jî li Hewlêrê bi rêve çûn, ti sikala li ser ti kesî nebû tenê sikala li ser rêyê birêveçûna helbijartinan bû.

 

Trump: Amerîka ji rêkeftina etomî ligel Îranê vekişiya

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Amerîka ji rêkeftina etomiya bi Îranê re vekişiya.

Donald Trump îşev saet 21:20 li gorî dema Hewlêrê li Koşka Spî biryara xwe ya derbarê rêkeftina etomiya ligel Îranê de aşkere kir.

Trump di gotarekê de bi fermî vekişîna Amerîka ji rêkeftina etomiya bi Îranê re ragihand.

Herwiha Trump got, ew dê cezayên herî tund ên aborî bi ser Îranê de bisepînin.

Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, Amerîka dê hemû wan cezayan li ser Îranê bisepîne, ku di encama rêkeftina etomî de hatibûn rakirin.

Donald Trump herwiha di gotara xwe de diyar kir, ku pêwîst e rê li reftar û siyasetên xirab ên Îranê yên li Rojhilata Navîn bihê girtin.

Ev daxuyaniya Serokê Amerîkayê di demekê de ye, ku biryar bû roja Şembiya bihê 12ê Gulanê biryara xwe ya li ser rêkeftina etomî ya bi Îranê re aşkere bike.

Donald Trump duh Duşemiyê 7ê Gulanê di peyameke twîterî de ragihandibû, ku dê roja Sêşemiyê biryara xwe ya derbarê rêkeftina etomî ya li gel Îranê de rabigihîne.

Detwanîn Hemû Naznawekan Bedest Bênîn


Tîbo Kortuway golçî helbijardey Belcîka û yaney Çêlsî Înglîzî dûpatî kirdewe,tîpekey detwanêt naznawî hemû palewanetiyekanî em werze bedest bênêt.

Kortwa bo malperî yanekey dwa û utî:Dezanîn erkeke qurse,belam demanewê hemû ştêk bedest bênîn,çunke tîpêkman heye detwanêt eme bikat.

Herweha utî:Werzî rabirdû Çêlsî hîçî bedest nehêna,belam nzîkbû,êsta Fabirîgas û Kosta û min û yarîzanekanî dîke hen,demanewê naznaw bo yaneke bedest bênîn.