ROJNAMEY XEBAT 2018-05-15
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Birêz Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

 

Silav û rêz

 

Bi helkefta salvegera pencih û şeş saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftina zêdetir bo we dixwazim.

 

Mamostayên Kurdistanê li gel erkê pêgihandina nifşeke hişyar ji bo gelê xwe, li xebata rizgarîxwaza neteweyî da serbilindane mil bi milê Pêşmerge li sengera berevaniyê da bûne û dehan şehîd pêşkêşî Kurdistanê kirine.

 

Li rêya yekîtiya we ve, spasî helwest û îrade û dilsoziya hemû mamostayên Kurdistanê dikim beramber wê tehemul kirina rewşa sext û dijwar û berdewam bûna li erkê pîrozê ser milê wan de.

 

Em li bendê ne mamostayên Kurdistanê, zarok û gedeyên me bi hêviyeke binyadnerane û bi perwerdeyekî pêşketiyane bi zanist û evîna welat ve perwerde bikin.

 

 

Her şad û serkeftî bin

 

Mesûd Barzanî

15.05.2018

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌