| ROJNAMEY XEBAT |
2018-05-11 |
 |
|
Serokê fraksiyona PDKê daxuyaniyek belav kir!
|
Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê ji ber nekariya navê hemû şehîdan di mîtînga girseyî ya bajarê Hewlêrê de bîne daxwaza lêborînê li malbatên şehîdan kir.
Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ku di mîtînga girseyî ya duh 10.05.2018ê ya PDKê de navê hejmarek zêde ya şehîdên Hewlêrê anî lê ji ber nekarî navê hemû şehîdan bîne bi daxuyaniyekê ragehand: ‘’Navên pîroz ên hin şehîdên serbilind min anî, lê ji ber zêdebûna nav an û kêmbûna dem û bernameyê, min nekarî navê yek bi yek şehîdên serbilind bînim.’’
Umêd Xoşnaw ji ber vê jî daxwaza lêborînê ji malbat, kesûkar, kur û keçên şehîdan kir û got: ‘’Ez wek kurê şehîdekê ji gazindên we têdigehim û gazindên we li ser çavê min û li min biborin.’’
Herwaha diyar kir ti armancek li pişt nav anîn, yan jî ne anîna şehîdan tineye û ‘’Hemû şehîdên me ne û tac a serê me ne.’’
s.g
|
| |
|
|
|