| ROJNAMEY XEBAT |
2018-05-11 |
 |
|
Heşda Şeibî ji ber hilbijartinan kurdan ji Xurmatû derdixîne!
|
Beşek ji koçberên kurd yên Xurmatû ku vê dûmahîkê vegeriyabûn ser cih û warê xwe, ji tirsa Heşda Şeibî dîsa koçber bûn!
Li gorî agahiyên BasNewsê, bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê re, Heşda Şeibî xelkê bajarê Xurmatû bi taybet kurdan ditirsîne da ku ji bajêr derkevin û ew bikarin bi dilê xwe sindoqên dengan yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê tijî deng bidin!
Çavkaniyekî ewlehiyê ku nexwast navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî di nav xelkê de belav kirine ku qaşo roja hilbijartinan dê alozî û êrişên terorîstî bên kirin ji ber wê jî ewê hêzên zêde derbasî Xurmatû bikin!
Wî jêderî da zanîn, bi vî rengî xelkê Xurmatû bi taybet kurdan ditirsînin da ku ji bajêr derkevin û ew bi dilê xwe sextekariyê di hilbijartinan de bikin!
Li gorî agahiyên BasNewsê, di heyama çend rojên borî de bi dehan malbatên kurd, ku vê dûmahîkê vegeriyabûn ser mal û warê xwe, dîsa bar kirine û berê xwe dane deverên din yên Herêma Kurdistanê.
Parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê Emîre Zengene jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, beşek biçûk ji koçberên Xurmatû vegeriyabûn ew jî ji tirsa Heşda Şeibî dîsa koçber bûne.
Emîre Zengene her wiha got, Heşda Şeibî bi enqest vê yekê dike ji bona ku kurd li Xurmatû nemînin û bajar bi temamî ji wan re bimîne!
s.g
|
| |
|
|
|