| ROJNAMEY XEBAT |
2015-04-01 |
 |
|
Seîd Gabarî strana “Pêşmerge ne” dike klîp
|
Hunermendê kurd Seîd Gabarî helbesteke xwe bi navê (Pêşmergene) wê bike vîdiyo kilîp. Rêveberê vî karê hunerî Îsa Mêrgesorî îro, 29ê Adarê, ji BasNews ragihand: “Ev berhema hunerî gotin û awazê Seîd bi xwene, wê li stoduya Xemgîn Qamişlo û bi hevkariya keç û xortên Rojavayê Kurdistanê di kampa Domîzde de bibe vîdyo kilîp” Herwiha got jî: “Ev berhem wê bi alîkariya şirketa Korek Telecom be, ji derhênana şirketa (Hay Lêvil bo ragihandin û berhemên hunerî) be ku ev yekem kilîpa hunermend Seîde tevî ku bi sedan sitran û sirûdên netewî gotine.” Seîd Gabarî tê nasîn bi hunermedê nabîn, ji ber bi her du çavîn xwe nabîne, wî bo heyamê çend salekî Pêşmergeyatî jî kiriye û li gor kesên pispor di warê mozîkê de, Seîd xwedî hestekî ciwan û nerme, herwiha têgiştiye di biwarê helbest û mozîkjeniyê de.
Sîpan
BasNews
|
| |
|
|
|