سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîra Dadê ya Hollandayê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê dicive

Wezîra Dadê ya Hollandayê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê dicive

3 min read
0
70

Wezîra Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz îro çarşemê 18ê Gulana 2022yan li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Firset Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Dîlan Yeşîlgoz serdana Kelha Hewlêr kir û li wir ji rojnamevanan re derbarê serdana xwe de axivî û got: “Serdana min ji bo rûbirûbûna terorê, herwiha çawa bikarin berpirsyariya wan tawan û tundûtujiya salên borî bixin stûyê encamderên wan tawanan, weke nimûne jî endamên DAIŞê, herwiha alîkarîkirina qurbaniyên terorê, ev armanca sereke ya serdana min a du rojî ye.”

Li ser hevahengî û karên hevbeş ên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê, Dîlan Yeşîlgoz diyar kir: “Em hewl didin, xweveşartina ji sizayan rûnede, bi taybetî jî ji bo terorîstan, herwiha em çawa bikarin alîkariya qurbaniyên DAIŞê bikin, em dixwazin bi hevahengî û bi hev re bixebitin, em bikarin belgeyên zêdetir bibînin, da ku ew tawan werin îsbatkirin.”

Wezîra Dadê ya Hollandayê destnîşan kir, hikûmeta Hollandayê soza wê yekê daye ku alîkariya zêdetir bide, da ku alîkariya zêdetir bidin qurbaniyên destê DAIŞê.

Biryar e di serdana xwe ya du rojan de, Dîlan Yeşîlgoz ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û çend mijaran gotûbêj bikin.

Dîlan Yeşîlgoz xelkê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1977an de li bajarê Enqere jidayîk bûye û bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye. Yeşîlgoz di sala 1984an de ligel malbata xwe çûye Hollandayê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Bêtir

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan tekezî li rûbirûbûna terorê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Cîgirê Ferma…