
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 18/05/2022 ê, pêşwazî LI hunermendê Kurd ê navdar Şehramê Nazirî kir. Hunermendê Kurd ev demek e bi serdan li Herêma Kurdistanê ye û roja Duşemê 16/05/2022 ji aliyê Wezareta Rewşebîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di merasimeka rêzlênanê de, bi madaltiya Zêrîn hate xelatkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi hevdîtina Nazirî, dîrok, xizmet û kar û berhemên wî yê hunerî bilind nirxandin û got ku pêgeh û navdariya Nazirî li ser asta cîhanê û deverê û ew xelatên navdewletî yên bi dest xistine ji bo hemû Kurdan û xelkê Kurdistanê bi giştî cîhê şanaziyê ye. Nêçîrvan Barzanî got ku ew amade ye bi her awayî piştevaniya Nazirî bike û temenekî dirêj, tendirustiyeke baş û serkeftinê jê ra xwest.
Hunermend Şehramê Nazirî spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û ew xelatkirin û qedirgirtina li Herêma Kurdistanê ji bo wî hatiye kirin kir û got ku xelatkirin û qedirgirtina wî li Herêma Kurdistan ji bo wî, ji hemû wan rêzlênan û xelatên navdewletî yên li ser asta cîhanê wergîrtine watedartir û bihadartir e û zêdetir şanaziyê pê dike û bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina digel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da.
Di vê dîdarê de, Wezîrê Rewşenbîriyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî amade bûn.