سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî: Em berdewam amadene bo berevaniyê li Kurdistanê bikin

Serok Barzanî: Em berdewam amadene bo berevaniyê li Kurdistanê bikin

7 min read
0
43

Îro 04.12.2021ê Kongreya Dîaspora (Rewenda) Kurd li Hewlêrê birêve diçe û Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkeş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ragehand: Pîrozbahiya germ li we dikim ku we biryar da kongreya xwe li paytexta Kurdistanê Hewlêr a dijmin direvîne pêkbînin. Hêvîdarim kongreya we serkeftî be û bigehe armanc ku armanc ew e rewenda Kurdistanî li derve bê rêxistin kirin û erkên wê bên diyar kirin û hemû li gel yek hewl bidin xizmeta gelê xwe bikin.

Serok Barzanî waha berdewam kir:

Xwîşk û birayên birêz

Em rewenda Kurdistanî li derveyî welat wek dewlemendiya netewî ya pir giring dizanin, hûn dikarin roleke zêde yê mezin bibînin di piştevaniya gelê xwe de. Hûn dikarin xwe birêkbixin û lobiyekî bihêz ava bikin û li hemû waran de roleke serekî bibînin bo piştevaniya doza gelê xwe.

Xebata gelê me berdewam xebatekî rewa û aştiyane bûye û ti demekê gelê Kurdistanê bijardeya şer helnebijartiye, lê eger hatibe naçar kirin berevanî li xwe kiriye û berevanî kirin jî mafeke rewa ye. berevanî kirina gelê me berevanî kirin bûye li man û nemanê.

Ti rojek ji rojan jî kurd neçûne ser axa kesekî din û zulm li kesê nekirine, lê berdewam amadebûye û ji naha û pêde jî dê amade be bo berevanî kirinê li man û nemana xwe.

Em hêvîdarin û daxwaz dikin doza gelê kurd li hemû parçeyan bi awayekî aştî û demokratîk bê çareser kirin. Şer ne çareseriya ne ji bo pirsa gelê me û ne jî bo pirsên ti gelên din. Lê xaleke gelek giring vê derê de hye, em wek kurd û Kurdistanî divê gelek hişyar bin, xîlaf û nakokiyên li gel rejîman nabe bibe dijminayiya gel gelan.

Kurdistan nimûneyekî xweşike bo pêkvejjiyana olî û netewî û berdewam gelê Kurdistanê serbilind bûye ku ev çande gelek jî kevne û divê ev çand bê parastin. Cîhan jî bizane ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye, berdewam armanca gelê me ew bûye ku berevaniyê û parastina mafê pêkhateyan bike û berdewam jî xebatê bo wê dike.

Serok Barzanî di berdewamî de ragehand:

Xwîşk û birayên birêz

Hêvîdarim ev xalane li berçavê we be:

1 – Rewenda kurdî kareke cîdî bike ji bo xwe birêxistin kirin û komkirina hemû dilsoz û welatparêzan.

2 – Rêzgirtin li yasa û zagonên wan welatên ku têde dijîn û xwe dûr bigrin li her karekî nerast û dijî yasa

3 – Ciwanên xwe teşfîq bikin bo xwandin û xwe gehandinê. Perwerdeya zarokan bi dîrok û ziman û gelê xwe jibîr nekin.

4 – Ava kirina peyvendiyên dostane li gel hemû rewendên netewên din ku li wan welatan li gel we jiyan dikin.

5 – Hewldaneke cîdî ji bo bidestanîna piraniya dostan ji bo doza gelê Kurdistanê û hewldan bo ku piştevania we bike bo nasandina jenosîd û hemû ew tewanên derbarê gelê Kurdistanê hatine kirin, ji ber pêwîste parlamento û xelkên wan welatan fişarê li dewletên wan bikin ku ew maf ji bo gelê Kurdistanê bê nasîn. Ji ber gelek hewl li gel hikûmetan hatine dayîn, mixabin heta naha bi dengê me ve nehatine. Pêwîste fişara parlamento û xelkê wan welatan hebe û hûn dikarin roleke gelek serekî bibînin.

6 – Piştevanî kirina ezmûna herêma Kurdistanê ku mixabin hîn metirsiyeke gelek mezin li ser herêma Kurdistanê heye.

Serok Mesûd Barzanî got: Mixabin berî çend rojan li navçeya Germiyan û duh li Mexmûrê terorîstan gelek hemwelatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev yek wê rastiyê nîşan dide ku hîn metirsiya mezin li ser herêmê heye. Ez li vê derê hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku dê tola şehîdan dê bê vekirinn û xwîna şehîdan vala naçe.

Dawiyê de jî hezaran silav ji bo can û ruhê şehîdan ê paqij, şehîdên rêya azadî û rizgarî. Careke din hûn hemû bixêr bên. Hêvîya serkeftin ji bo kongreya we dixwazim û bendewariyeke mezin ji bo hewldanên we heye. piştrast bin tişta ji dest me bê emê piştevaniya we bin.

Xêrhatin serçava

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…