سه‌ره‌تا kurdistanî Mensûr Barzanî: Bi fermana Serok Barzanî hêzeka taybet dê li qontara çiyayê Qereçox bicîh bibe

Mensûr Barzanî: Bi fermana Serok Barzanî hêzeka taybet dê li qontara çiyayê Qereçox bicîh bibe

3 min read
0
31

Fermandeyê leşkerên taybet yên Yek û Gulan Mensûr Barzanî ragehand, hêzek wan dê li qontara çiyayê Qereçox yê Mexmûrê bicîh bibe.

Fermandeyê leşkerên taybet yên Yek û Gulan, Mensûr Barzanî îro çû gundê Xidircîze yê Mexmûrê û serdana wê malbatê kir ku sê kurên wan di êrişa pêr bi şev ya DAIŞê de şehîd bûn.

Mensûr Barzanî serdana dayka wan şehîdan, ku Serok BVarzanî nasnava “Şêrejin” lê kir, jî kir û li wir ji rojnamevanan re got, em hatine ba dayka şêrejin û sersaxiyê bidinê û jê re bêjin, sê kurên wê yên qehreman şehîd bûne, niha em kurên wê ne.

Fermandeyê leşkerên taybet yên Yek û Gulan her wiha got, bi fermana Serok Barzanî emê hêzekê li derdora vî gundi bicîh bikin û her gava terorîstên DAIŞê êriş kirin emê bi can û dil bergirî bikin û emê rê nedin careka din ev bûyer biqewimin.

Mensûr Barzanî da zanîn jî, ewê li wir bicîh bibin û bi xelkê wê deverê re hemahengî bikin. Ne tenê gundê Xidircîce belkî dê hemû deverê biparêzin.

Wî fermandeyê Pêşmerge bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku valahiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bê tijîkirin, ji ber ku terorîstên DAIŞê ji wê yekê sûd dibînin û êriş dikin.

Mensûr Barzanî behsa amadebûna hêzên Pêşmerge jî kir û got, em ji sala 2014 de ve heta niha amade ne û mîna ku serokê hikûmeta Kurdistanê jî got, em li hêviya hikûmeta Iraqê namînin û ji rojavayê bendava Mûsilê ve heta Xaneqînê, Pêşmerge li ser xeta berevaniyê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…