سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî: Tevî hemû qeyranan, me karî xweragir bin

Mesrûr Barzanî: Tevî hemû qeyranan, me karî xweragir bin

26 min read
0
40

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di kanala Sky News Erebî de bersiv da pirsên pêşkêşkara navdar Cîzal Xûrî û ragihand; tevî hemû qeyranan, me karî xeragir bin û ji bo pêşketin û geşbûn û vejandina welatê xwe û nehiştina gendeliyê pêngavan biavêjin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û şert û mercên ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, ragihand: “Weke hûn dizanin, her îdareyek çar sal kar dike beriya bigihîje hilbijartinan, bi wê hêviyê ku di wan çar salan de hinek pêşketin di warê geşedana navçeyê de bi dest bixe tevî dabînkirina asayîş û geşeya aborî, mixabin di dema destbikarkirina me de vîrusa Koronayê serî hilda û buhayê petrolê daket, pêwendî jî bi Bexdayê re baş nebûn, dahat kêm bû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Tevî hemû van tiştan, me dest bi çaksaziyê kir û me karî xweragir bin, tenê ev jî nebû, me karî dest bi projeyan bikin û rewşa Kurdistanê ji aliyê aborî û ewlehiyê ve pêş bixin. Niha em di nîvê rê de ne û em hêvî dikin ku em di asteke baş de bin. Em dixwazin Kurdistan li ser rêya rast be û ber bi pêşketina zêdetir pêngavan biavêjin.”

Pêwendiyên ligel Bexdayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê diyar kir: “Bi sirûşta rewşê, pêwendî baş bûne, lê belê hîn jî kêşeyên navbera me bi temamî çareser nebûne, çar sal in hikûmeta Bexdayê ti pere ji Kurdistanê re neşandine, Kurdistan pêwîst bû ji bazirganên petrolê û xelkê xwe û heta Banka Navendî ya Iraqê jî deyn bike, ev jî bû sedema serhevbûna deynên çend milyar Dolar û ev deyn weke mîrat ji me re man û em jî rûbirûyî astengên Korona û kêşeya bazirganî û daketina nirxê petrolê bûn, hemû van tiştan jî bûn sedema wê yekê me nekarî pêngavên bilez ber bi pêşketinê biavêjin û me karî xweragir bin û erkê xwe di dayîna mûçeyan de cîbicî bikin.”

Herwiha da zanîn: “Em ji bo ku pêwendiyên xwe yên ligel Bexdayê baş bikin pile bi pile xebitin. Pêwendiyeke me ya baş ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî heye û em çaverê dikin ku em vê pêwendiyê baştir û bihêztir bikin.”

Gendelî

Li ser pirsa gendeliyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Asta gendeliya ku heye li gor navçeyên din ên Iraqê gelek kêmtir e. Me hewla jiholêrakirina wê daye û ev di xebatên me yên pêşî de ye. Asta gendeliyê bi awayekî berçav daketiye, lê belê bi dawî nebûye, ev li piraniya welatan heye, li gor navçeyên din, Kurdistan di rewşeke gelek baştir de ye. Heta ji rewşa hinek welatên cîran jî baştir e.”

Koçberî

Li ser mijara koça welatiyan jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em bi hûrgilî û bi awayekî sift çavdêriya vê mijarê dikin. Ez ligel serokwezîrên Polanda, Almanya û heta hikûmeta federalî ya Bexdayê jî axivîme ji bo çareserkirina vê kêşeyê, lê belê du mijarên dualî hene, yek ji wan; aliyê mirovî ye, ya duyem jî; aliyê siyasî ya vê mijarê.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez bi hemû baweriyê dibêjim, ti kesek ji wan koçberan ji ber gendelî û zextên cûr bi cûr neçûne Belarusê, wan kesan bi hezaran Dolar dane qaçaxçiyan û bazirganên siyasî û çûne Belarusê û li wir têne bikaranîn weke karta milmilaniya dijî Yekîtiya Ewropayê. Ew kes li pey derfeta jiyaneke baştir çûn, ne ji ber bêkarî û wan bangeşeyên ku ti car bi rastiyê ve hev nagirin, ti car ji ber hejariyê nebû.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku xelkê biyanî ji bo xebatê têne Kurdistanê û li ser vê mijarê got: “Ez dixwazim vê yekê bêhtir zelal bikim, me zêdetirî milyonek penaber û aware hewandine û ji ber asayîş û derfetên kar û seqamgîriyê berê xwe dane Herêmê û bi hezaran kes ji Asya, Tirkiye, Îran û beşên din ên Iraqê hatine Kurdistanê û dixebitin. Kesên ku çûne Belarusê ji ber bêkariyê neçûn, çimkî bi hezaran kes ji bo kar hatine Kurdistanê, bêguman qaçaxçî û bazirganên siyasî ew kes xapandine û ji bo mebestên siyasî şandine Belarusê.”

Herwiha eşkere kir: “Ez bi xwe gelek nîgeran im ji rewşa jiyana wan û em amade ne ku bi alîkariya ligel hikûmeta federalî ji bo vegerandina wan bixebitin. Niha ji wan bi sedan kes vegeriyan Herêma Kurdistanê û pêşwazî li wan hat kirin.”

Hilbijartinên Cotmehê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Xelk dengê xwe dan, ji ber gelek mijaran rêjeya beşdariyê zêde nebû, beşek ji wan kêşeyan teknîkî bûn, gelek kes ji dengdanê bêhêvî bûn, çend sedem li paş nizmbûna asta beşdariyê hebûn, mijareke din a girîng heye û divê li ber çavan were girtin, hemû ewên dengên wan zêde bûne merc nîne ku kursiyên wan zêde bûbe, pêwendiya wê bi sîstema hilbijartinê hebû, Iraq yek bazne nebû, fire bazne bû, partiyên ku rêkxistina wan a bi hûrgilî tunebû, li gor vê sîstemê nekarîn kursiyên pêwîst bi dest bixin, lê belê partiyên ku rêkxistina wan a bihêz hebû, gelek kursî bi dest xistin. Em hêvî dikin her kes rêz li encaman bigrin, di dawiyê de jî, ev prose her çar sal carekê dubare dibe.”

Li ser redkirina encamên proseyê û hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Destpêkê derbarê êrîşa ku bi ser mala Serokwezîr de hat kirin, divê em li benda encamên lêkolînê bin. Me ew êrîş şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo Serokwezîr nîşan da, divê lêpirsîn li berpirsên vê tawanê were kirin, heta niha bi fermî navê kesekî nehatiye gotin û navê ti aliyekî nehatiye ziman û bi hûrgilî nayê zanîn berpirsê vê tawanê kê ye û em çaverêya encamên lêkolînê dikin û wê demê her kes dê gotina xwe bibêje.”

Herwiha da zanîn: “Kesên li dijî proseya hilbijartinê ne û daxwaza dubarekirinê dikin, Iraqê paşve dibin. Em hêvî dikin ewên di proseyê de encamên pêwîst bi dest xistine rêz li encamên dawî bigrin, bi armanca xebata bi hev re û ti rêyek jî tune ye ku em bi betalkirinê razî bin.”

Serokomarî

Li ser hebûna namzedekî din ê Kurd ji bo Serokomariya Iraqê, Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ev post para Kurdan e û hîn li ser vê mijarê biryar nehatiye dayîn, heta niha ti navek yekalî nebûye. Weke adetek Şîe serokwezîr, Sunnî serokê parlamentoyê û Kurd serokomar diyar dikin. Em çaverêya wê yekê dikin ku em bizanin namzedê Şîe kî ye, em hêvî dikin kesekî ku ji hemû aliyan ve hatiye pesendkirin be.”

Pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê diyar kir: “Pêwendiyeke me ya baş ligel îdareya Amerîkayê heye.”

Herwiha eşkere kir: “Ez nikarim li şûna rayedarên Amerîkayê biaxivim, ew dikarin ji bo xwe biaxivin, lê belê weke dost û hevpeyman li Iraqê destwerdan kirin û ji bo rûxandina rejîma Be’sê di sala 2003an de alîkarî kirin û hevkar bûn di şerê dijî DAIŞê de, em hêvî dikin pêwendiyeke me ya baş hebe, lê belê ji ber wan gefên ku niha rûbirûyî Iraqê bûne di herdu warên aborî û ewlehiyê de ku Iraq nikare bi tena serê xwe li ber xwe bide, pêwîstiya wê yekê aniye holê ku Amerîka û Hevpeymanan alîkar bin ji bo rûbirûbûna teror û alîkarîkirina ji aliyê aboriyê ve, em hêvî dikin bimînin heta dema ku welat bigihîje asteke baştir.”

Pêwendiyên Herêmê bi welatên cîran re

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêwendiyên me yên sirûştî bi Îran û Tirkiyê re hene.”

Derbarê Îsraîlê de jî got: “Ew kongreya li Hewlêrê hatibû kirin, bê agahdariya pêşwext a hikûmeta Herêmê bû. Diviyabû ev konferans bi armanceke cuda bûya û diviyabû bi ewlehî û aramiya Iraqê ve girêdayî be û navê konferansê jî cuda bû. Lê xuya ye, organîzatorên konferansê cewherê wê guhertiye û me jî piştgîriya wê nekiriye, ji ber wê jî ti pêwendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê konferansê re nebû.”

Silêmaniyê û pêwendiya bi YNKê re

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêwendiyên me yên baş bi hemû aliyên siyasî re hene, di nav de jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku hevbeşa me ya sereke di hikûmetê de ye û wezîrên wê jî hene. Di vê serdanê de jî Wezîrê Pêşmerge ku ji Tevgera Gorranê ye ligel min e. Pêwendiyên me li ser bingeha berjewendiyên Kurdistanê ne. Ti aloziyek di navbera ne û YNKê de nîne.”

Koçber û penaber

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê pêşwazîkirina koçber û penaberan de got: “Eger aramî û ewlehiya Iraqê têk biçe, bandoreke nerênî li ser Herêma Kurdistanê dike. Eger rewşa aboriya Iraqê jî baş be, bandora wê erênî dibe. Em wek ku beşek in ji Iraqê, bi hev re rûbirûyî astengiyan dibin. Rewşa Iraqê ne aram be, ji navçeyên din koçberê berê xwe didin me. Niha zêdetir ji milyonek koçberên Iraqî û 250 hezar penaberên Sûrî li Herêmê ne. Ev jî pirsgirêkeke mezin ji me re dirust dike. Mixabin, civaka navdewletî ti piştevaniyeke bê gotin nekiriye û hikûmeta Bexdayê jî hevkariyê nake. Pêwîstiya vî xelkê bi hevkariyan heye, lê em nizanin çima hevkariyê nakin. Me bêyî ku karîna me hebe, deriyên di rûyê wan de vekirin. Dema Bexdayê budce li ser me birî jî, me deriyên xwe ji koçberên Iraqî re vekirin.”

Got jî: “Astengiya aborî, astengiya sereke bû ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûye. Eger rewşa aborî baş be, xelkê dê ji tundûtûjiyê bi dûr bikeve û jîngeh ji bo derketina terorê peyda nabe.”

Metrisiyên DAIŞê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê gefên teror û DAIŞê de got: “DAIŞ li her cihekî û bi taybet li navçeyên ku cihê nakokiyê ne, li rojavayê Iraqê û li navçeyên Kurdistanî û navçeyên din ên Iraqê, erd di destê wê de nemaye, lê wê hemû çekdarên xwe ji dest nedane û kariye kesên din jî bîne nava xwe û êrîşî ser hêzên Iraqî û Pêşmergeyan bike, anku DAIŞ maye.”

Pêşeroja Iraqê

Derbarê nêrîna xwe derbarê pêşeroja Iraqê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em dixwazin bicivin û li ser mijarên hevbeş gotûbêjan bikin. Divê pêkhateyên cuda yên Iraqê hinek garantî werbigirin ku paşeroja wan dê geş be û ti aliyek dê hewil nede ku li ser aliyê din serdest be. Divê siyasetên serkutkitinê rawestin, ev jî dê bibe, eger em rast bin û destûrê wek heye cibicî bikin. Nabe ti madeyek bê piştguhkirin. Divê em hemû bi hev re kar bikin û divê baweriyê vegerînin. Em çaverê ne dostên Iraqê jî alîkariya Iraqiyan bikin, bi riya rêgirtina li serweriya welat û selametiya xaka wê. Her wiha divê em li ser bingehê rêzgirtina dualî ava bikin.”

Herwaha got: “Hemû dostên Iraqê, kî bin, eger bi rastî dostên Iraqê bin, divê rêzê li îrade û biryarên Iraqiyan bigirin û xwe ji ferzkirina her tiştekî li ser xelkê Iraqê dûr bigirin.”

Iraq û Îran

Derbarê rola Îranê li Iraqê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hikûmetek li Bexdayê heye, nirxandina rewşê ji erkê wê ye ta ku bizane hejmûn û bandora çi welatekî li ser Bexdayê heye. Em li Herêma Kurdistanê nêrîneke me ya taybet heye û destêwerdana ti welatekî qebûl nakin. Dixwazin pêwendiyên me yên baş bi hemû welatên cîran re hebin, lê em razî nabin ku em ji aliyê welatekî cîran an biyanî ve werin kontrolkirin. Em hêvîdar in ku Bexda jî vê siyasetê cîbicî bike û kar li ser baştirkirina pêwendiyan ligel welatên cîran bike, bi şertê ku destêwerdan di karûbarên hevûdu yên navxweyî de nekin.”

Samanên Iraqê

Derbarê samanên Iraqê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Pêwîst e dadgeh biryarê derbarê çarenivîsa gendeliya ku li Iraqê heye bidin. Em hemû dizanin ku samanên Iraqê tê dizîn. Divê dadgeh biryarê bide, kî wan samanan didize û rûbirûyî dadgehan bike.”

Iraqî yî yan Kurd î

Di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêştir ev pirs ji min hatibû kirin û min got ez Kurd in û şanaziyê jî pê dikim. Li Iraqê dijîm.”

Diyar kir jî: “Dewleta fermî Iraq e. Herêma Kurdistanê jî statuyeke federalî di Iraqê de ye. Ev rastiya me ya îro ye. Li Kurdistana Iraqê serxwebûna me nîne, belkî di nav Iraqê de bi navê Herêma Kurdistanê statuyeke federal heye, ev rastî ye. Mafê netewa Kurd wek mafê her neteweyeke din heye bigihe serxwebûn û mafên xwe. lê îro rastiyek heye ku em li Iraqê di nav statuyeke federalî de dijîn û em hewl didin pêwendiyên xwe ligel Bexdayê baştir bikin.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…