سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo niştiman serbilindî ye

Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo niştiman serbilindî ye

2 min read
0
34

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de hevsoziya xwe ji bo şehîdbûna 5 pêşmergeyên Kurdistanê ragihand; ku şeva borî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li sînorê Kuleco hatin armanckirin.

Serok Barzanî diyar kir: “Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindî ye.”

Peyama Serok Barzanî li ser şehîdbûna pênc pêşmergeyên Kurdistanê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi xemgîniyê ve, şeva borî di encama kiryareke terorî ya terorîstên DAIŞê de li sînorê Kuleco hejmarek pêşmergeyên qehreman di dema erkê xwe yê pîroz de şehîd û birîndar bûn.

Ez pirse û sersaxî arasteyî malbat û kesûkarên şehîdên me dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyana wan şehîdan bi bihişta xwe şad bike û sebr û aramî bibexşîne malbat û kesûkarên wan, ez hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya mezin e. Bi hezaran silav ji bo giyana pak a şehîdên şerê dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

28ê Mijdara 2021ê

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…