سه‌ره‌تا kurdistanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

1 min read
0
39

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.

Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin, bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, ku li çendîn deverên Iraqê metirsiya rasteqîn in ji bo nişteciyên wan deveran.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…