سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Pêşmerge û şanda Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

Wezareta Pêşmerge û şanda Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

2 min read
0
40

Wezareta Pêşmerge ragihand; Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, bi amadebûna Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer pêşwazî li Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê Kolonel Tad Boros û şanda pê re kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, li ser geşedanên herî dawî û pêngavên proseya çaksaziyê ya li nav hêzên Pêşmerge û mijara rêkxistina yekeyên cuda yên hêzên Pêşmerge û mekanîzmaya rêkxistina wan hatin gotûbêjkirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir; di civîna navbera Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan de behsa pêngavên pêkanîna du lîwayên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hat kirin.

Herwiha tekezî li ser karê hevbeş û hemahengiya navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê kirine bi hemahengî û piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge rola Hevpeymanan û di nav wan de jî rola Amerîkayê bilind nirxandiye di pêşkêşkirina alîkariyên lojîstîk û şêwirmendiya wan ji bo Pêşmerge de.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku li ser dostanî û pêwendiya berdewam a navbera Hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge hatiye axaftin û tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyan hatiye kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…