سه‌ره‌تا kurdistanî PDK: Divê li hember wê hizra baweriyê bi mafên netewî yên Kurdistanê nayne em yekrêz bin

PDK: Divê li hember wê hizra baweriyê bi mafên netewî yên Kurdistanê nayne em yekrêz bin

2 min read
0
96

Îro 19.10.2021ê piştî civîna şandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê berdevkên herdu aliyan civîneke çapemeniyê li darxistin û derbarê naveroka civînê de daxuyanî dan.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragehand: ‘’Me duh jî serdana partiyên din kir û me got, armanca wan serdanên me yên ji bo partiyan, nû kirina peyvendiyane û ew nayê wê watyê ku peyvendiyên me qutbûne. Lê teqez kirine ku em wan peyvendiyan baş dibînin û em dixwazin berdewam bikin û tund û şidyayîtir bikin. Bi wî awayî jî li hember metirsiyan rawestin.’’

Berdevkê PDKê got: ‘’Rewşa naha ya Iraqê de tiştekî waha heye ku hin caran hizrek heye li Iraqê desthilatiyê dike, baweriya wan bi mafên netewî û niştimanî yên Kurdistanê tine û ji bo li hember wê hizrê em bikarin tekoşînê bikin, pêwîstiya me bi yekrêzî û yekxistina navmala kurdî heye.’’

Derbarê bernameya PDKê ya ji bo guftûgo li gel aliyan jî Mehmûd Mihemed diyar kir, heta naha ti bernameyek pêşkeşî ti aliyekî nekirine û ragehand: ‘’Em dê lijneyekî ava bikin û piştre pêşkeşî aliyan bikin.’’

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

PDK: Du kursiyên ji destkeftên kandîdên me hatine betalkirin û dê helwesta me hebe

Di yekem karvedana xwe de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe derbarê guha…