سه‌ره‌تا kurdistanî Li Hewlêrê 2yemîn Konferansa Şûnwariyê hat sazkirin

Li Hewlêrê 2yemîn Konferansa Şûnwariyê hat sazkirin

2 min read
0
89

Wezareta Bajarvanî û Geştyariyê ragihand; bi amadebûna Wezîrê Bajarvanî û Geştyarî Sasan Ewnî û Seroka Ifpo ya Fransî Barbara Couturaud û hejmarek ji mamoste û şûnwarnasên zanîngehên cîhanê, 2yemîn Konferansa Şûnwarî ji bo gotûbêjkirina karên tîmên ku li Herêma Kurdistanê karê şûnwariyê dikin, birêve çû.

Wezareta Bajarvanî ragihand; armanc ji vê konferansê gotûbêjkirina encamên lêkolînên li pêgehên şûnwarî yên îsal û salên borî ye.

Herwiha destnîşan kir ku ev konferans aliyên veşartî yên dîrok û destketina belgeyên şûnwarî eşkere dike û girîngiya wê jî ew e ku pêgeha Kurdistanê ji aliyê şûnwaran ve bihêztir dike.

Wezaretê diyar kiriye ku armanceke din a vê konferansê jî, bihêzkirina pêwendiyên navbera hemû tîmên karê şûnwariyê li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin.

Hat ragihandin; ji bo yekxistina encamên ku piştî lêkolînan bi dest ketine, bi taybetî deverên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê li konferansê were nasandin, ji ber ku mamoste û pisporên beşdarî konferansê bûn, bi awayekî berdewam rola wan di konferansên cîhanî yên şûnwariyê de heye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

PDK: Du kursiyên ji destkeftên kandîdên me hatine betalkirin û dê helwesta me hebe

Di yekem karvedana xwe de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe derbarê guha…