سه‌ره‌تا kurdistanî ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

4 min read
0
123

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “ENKS kiryarên hovane yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Tirkiye û welatên pêwendîdar bi dosya Sûriyê û rêxistinên mirovî û yasayî dike, bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî rabin û sînoreke ji van kiryarên ku digihin asta tawanên şer deynin.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Bi hatina werzê çinîna zeytûnan re, binpêkirinên grûpên çekdaran ji dizî, talan û ferzkirina bacên giran li ser welatiyan gelekî zêde bûye, bi taybetî li ser cotkaran ku grûpa Abû Emşê baca ji sedî 25 daniye ser berhema zeytûnan ku bi vê baca giran re, cotkar di zeviyê xwe de bûne wek kole.”

Herwiha destnîşan kir: “Ev yek di demekê de tê kirin, binpêkirinên din wek revandin, eşkerekirin û kuştina welatiyan û proseya guhartina demografî berdewam in. Heta koçberên vegeriyane ser cih û warên xwe jî rastî lêpirsîn û binçavkirinê tên, ji bo ew careke din koçber bibin, bêyî ku ti sînorek ji van binpêkirinan werin danîn.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) eşkere dike: “Hevpeymaniya Niştimanî ya Operasyona Sûriyê (Îtîlaf) ya ku ev grûpên çekdaran wê ji xwe re wek sîwan dibîne, rêkeftina ku bi ENKSê re, ya derbarê rawestandina binpêkirinan û cezakirina tawanbaran û rêxweşkirina ji bo vegera koçberan û rawestandina proseya guhartina demografî de îmze kiriye, bi cih neaniye.”

ENKS eşkere dike: “Ev binpêkirinên li Efrînê tên kirin, ligel teqînên ku her demekê rû didin û sivîl tê de dibin qurbanî, rewşa jiyanê gelek zehmet kiriye. ENKS van kiryarên hovane yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Tirkiye û welatên pêwendîdar bi dosya Sûriyê û rêxistinên mirovî û yasayî dike, bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî rabin û sînoreke ji van kiryarên ku digihin asta tawanên şer deynin. Herwiha ENKSê daxwaz dike, grûpên çekdaran ji navçeyên sivîlan bêne derxistin, binpêkirin û dastdanîna ser mal û milkê xelkê werin rawestandin û îdareya herêmê ji bo xelkê wê were radestkirin.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

PDK: Du kursiyên ji destkeftên kandîdên me hatine betalkirin û dê helwesta me hebe

Di yekem karvedana xwe de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe derbarê guha…