سه‌ره‌تا kurdistanî “Divê mafên Pêşmerge bibe mijareke sereke ya gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê”

“Divê mafên Pêşmerge bibe mijareke sereke ya gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê”

3 min read
0
445

Daxwazên aliyên siyasî ji bo gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dest pê dikin. Beriya niha hikûmetên Iraqê pabendî hemû rêkeftinan nebûn, bi taybetî jî li ser mijara dayîna maf û heqên darayî yên Pêşmerge, tevî ku şanda Herêma Kurdistanê yek ji mijarên wê yên sereke yên ligel aliyên Iraqî, dayîna mafên Pêşmerge bû.

Wezareta Pêşmerge daxwaz dike ku yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, dayîna maf û heqên darayî yên Pêşmerge be.

Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî yê li Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed ragihand; gelek caran hinek dengên şovenîst, Pêşmerge weke milîs bi nav kir, tevî ku li gor destûra Iraqê, Pêşmerge di çarçoveya hêzên fermî yên hikûmeta Iraqê de ye, lê belê milîs hêzên neyasayî ne.

Serokê Lijneya Pêşmerge yê li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî diyar kir; ji sala 2005an ve çendîn car rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser maf û heqên darayî yên Pêşmerge hatine kirin, lê belê heta niha hikûmeta Iraqê rêkeftinên xwe cîbicî nekirine.

Rêvîng Hirorî destnîşan kir: “Wezareta Pêşmerge daxwaz dike ku maf û heqên darayî yên Pêşmerge bibe mijareke sereke ya gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê di dema pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

PDK: Du kursiyên ji destkeftên kandîdên me hatine betalkirin û dê helwesta me hebe

Di yekem karvedana xwe de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe derbarê guha…