سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî: Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne

Nêçîrvan Barzanî: Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne

7 min read
0
137

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê peyamek belav kir û ragihand, Pîrozbahiya serkeftina hilbijartina giştî ya Encumena Nûneran li hemû aliyek dikim. Erkê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye, bi hev re bi yekrêzî kar ji bod ema niha û pêşrojeke baştir ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Yekrêzî, tebayî û pêkveyî, kilîla serkeftina me ye ku desteberê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike, destkeft û sîstema federalî û qewareya wê ya siyasî diparêze.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Welatiyên xweşdivî..

Hêz û aliyên siyasiyên li Herêma Kurdistan û Iraqê

Pîrozbahiya serkeftina hilbijartina giştî ya Encumena Nûneran li hemû aliyek dikim. Êdî Iraq û Herêma Kurdistanê li qonaxeke nû de ne û encamên dawî her çawa yekalî bibin, em hemû birawene, em hemû bi pêkve divê xwe ji bo erk û berpirsiyariya hevbeş û gefên qonaxa paşerojê, amade bikin.

Yekrêzî, tebayî û pêkveyî, kilîla serkeftina me ye ku desteberê mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dike, destkeft û sîstema federalî û qewareya siyasî ya wê diparêze. Erkê hemû hêz û aliyên siyasiyên Kurdistaniyane pêkve, teba û yekrêz, kar ji bo niha û paşerojeke baştir ya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin, ji bo vê mebestê jî li gel hêz û aliyên Iraqiyan hevkar bîn.

Erkê me hemûyan li hêz û aliyên siyasî yên Iraq ew e bi nêrîn û xwendin û têgihiştineke nû û rastbîniyê ve, bi sûdwergirtina li ezmûn û şaşiyên berê, li ser bingeha destûr kêşeyên welat çareser bikin. Kar ji bo Iraqeke aram û xweşguzeran bikîn ku tê de mafên destûriyên hemû pêkhatan mîsoger û parastî bin, bawerî, pêkveyî, hevçarenûsî, alîkariya hevbeş, berjewendiya giştî ya welat, hevbeşiya rasteqîne, sazan û wekhevî, em hemûyan kom bike.

Spasî welatiyan, hemû hêz û aliyên siyasî, dam û dezgehên îdarî û emnî, medya û civaka medenî dikim ku li serxistina hilbijartinê da hevkar bûn. Spas û destxweşiyê ji bo erk û keda Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ji bo çavdêrên navxweyî û biyanî û tîmên Neteweyên Yekgirtî bi taybetî Serok û tîma Unami li Iraq û Yekîtiya Ewrûpa ku û Komkara Erebî çavdêriya proseya dengdanê kirin û prose bi aramî birêve çû. Ev hengaveke girîng e li ser rêyeke rast. Beşdariya me ya li hilbijartina nûnerên me yên li Bexda, pêgiriya me ye bi bingehên demokrasiyê.

Li aliyeke din ve rêjeya beşdarî li dengdanê da peyameke zelal ya welatiyan ku çav li jiyan û guzer‌an û xizmetguzariya zêdetir e û mafê wan bi xwe ye. Eve ji bo me hemûyan li hikûmet û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, divê pend û waneyek bê ji bo pêdaçûneke ciddî û binyatnana baweriyê, her wiha bibê handerê kar û xizmetên zêdetir.

Êdî dema wê ye, bi hev re kar bikin ji bo damezrandina hikûmeteke niştimaniya federalî ku rengvedana xwest û çaverêyiyên welatiyan be, destûr bi cîh bike, sazî û damezraweyên dewletê bihêz bike, grûp û hêzên çekdarên derveyê yasa kontrol bike, li ser bingeha destûr û hevbeşiya hemû pêkhatên Iraqê, proseya siyasî ya rast bike û ber bi paşerojeke baştir ji bo hemuyan, welat birêve bibe.

Hêviya serkeftinê ji bo me hemûyan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.10.2021

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Bêtir

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan tekezî li rûbirûbûna terorê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Cîgirê Ferma…