
Amerîka 4 milyon Dolar ji bo tekoşîna hember vîrûsa Korona û pêşxistina sektora tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê vediqetîne.
Balyozxaneya Amerîkî li Şamê li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, Amerîka bi riya planekê 4 milyon Dolar ji bo tekoşîna hember Koronayê li bakurê rojhilatê Sûriyê veqetandiye.
Herwaha ragehand, “Bi van diravan, em ê bikarin alavên bijîşkî peyda bikin, binesaziya tenduristiyê sererast bikin û perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê baştir bikin.”
Ev di demekê de ye, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek pêketiyên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin bi ser 26 hezar kesan ketiye û 899 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Berpirsên Rêveberiya Xweser di vê derbarê de dibêjin, ji dema belavbûna vîrûsa Koronayê li herêmê, ji bilî Herêma Kurdistanê, ti alîkariyên din ên tendirustiyê ji rêxistinên pêwendîdar û welatên bihêz negihîştine ber destê wan.