سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî û Cîhnişînê Ebudabî li ser alziyên navçeyê hevnerîn bûn

Nêçîrvan Barzanî û Cîhnişînê Ebudabî li ser alziyên navçeyê hevnerîn bûn

2 min read
0
78

Di roja dawî ya serdana xwe ya Brîtanyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê ji aliyê birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encumena Raperandina Ebudabî ve, li cihê mayina wî hate pêşwazî kirin.

Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmarat, rewşa siyasî û hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşeroja Iraqê, serdana her du aliyan ya ji bo Londonê û civîn û guftûgoya wan ya li gel Boris Jhonson Serok Wezîrê Brîtanya, pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin gotêbêjkirin.

Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina dostayetî û peywendiyên li hemû waran de kir û li ser girîngiya pêşxistina bi hewlan û alîkarî û karên hevbeş yên bi navê parastina aramiyê û çareserkirina kêşe û aloziyên navçeyê da hevra bûn û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “ENKS kiryarên hova…