سه‌ره‌تا kurdistanî Konsolxaneya Brîtanya daxuyaniyek derbarê hevdîtina Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî de belav kir

Konsolxaneya Brîtanya daxuyaniyek derbarê hevdîtina Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî de belav kir

2 min read
0
55

Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê daxuyaniyekî rojnamevanî derbarê hevdîtin û civîna serokê herêma Kurdistanê ya li gel serokwezîrê Brîtanyayê de belav kir û ragehand, herdu alî hemraman bûn li ser bihêz kirina peyvendiyên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya û gelê kurd û temamê Iraqê.

Îro 18.09.2021ê konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê daxuyaniyek rojnamevanî de ragehand, serokwezîr Boris Johnson li gel serokê herêma Kurdistan – Iraq Nêçîrvan Barzanî civiya ye.

Herwaha hat gotin: ‘’Herdu alî hemraman bûn li ser bihêz kirina peyvendiyên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya li gel gelê kurd û temamê Iraqê. Hat gotin peyvendiyên kûr û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de hene û herdu rêveber jî rijdbûna xwe ya ji bo pêşxistina wan peyvendiyan teqez kirin û bi taybet jî di warên wek bazirganî û hilberînê de.’’

Herwaha hat gotin, serokwezîrê Brîtanya û serokê herêma Kurdistanê rewşa naha ya Afganîstanê guftûgo kirine û herdu aliyan jî giringiya rêgirtina li metisiya terorîstî ya ji wî welatî ve bê amaje pê kirine.

Hejmarek pirsên din ên herêma Kurdistanê di civînê de hatine gotûbêj kirin û serokwezîr pêwîst zaniye ku Îran vegere bo pêbendiyên rêkeftina atomî. Serokwezîrê Brîtanya pêşwazî li wan pêngavan kir ku Iraqê dane berxwe ji bo kêmkirina derketina karbon û piştevaniya Brîtanya bo wan hewldanan jî nîşan daye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

ENKS: Îtîlafê rêkeftina derbarê rawestandina binpêkirinan li Efrînê bi cih neaniye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand: “ENKS kiryarên hova…