سه‌ره‌تا kurdistanî Peyama Serok Barzanî ji bo cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî

1 min read
0
46

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî peyamek pîrozbahiyê arasteyî civata rûhanî ya Êzidiyan û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ew e ku xûşk û birayên Êzidî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

02.08.2021

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Hewlêrê

Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li…