سه‌ره‌تا kurdistanî Serokê Herêma Kurdistanê û cîhnişînê Ebu Dabî rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê û cîhnişînê Ebu Dabî rewşa navçeyê guftûgo dikin

4 min read
0
29

Cîhnişînê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayd El Niheyan di civînekê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê xwesta pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Di civînê de ku êvariya îro şemî 12.06.2021 bi amadebuna brêz Balyozê Iraqê li Ebu Dabî birêve çû, her du alî peywendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, gef û metirsiyên terorê û serhildana Da’îş, pêşhatên dawî yên pejika Korona, rewşa navçeyê bi giştî, girîngiya alîkarî û hemahengiya hemû aliyane ya ji bo parastina aramiya li navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeşbûn hatin nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Îmaratê kir ji bo hilbijartin û bi endambûna li Encumena Asayîşa Navdewletî ya ji bo dema 2022 – 2023 ku belgeya baweriya cîhane bi siyaset û pêgeh û rola girînga Îmaratê, her wiha asta bilinda dîplomasî û peywendiyan û bandora Îmarat li rûyê alîkarî û pêşxistinên li ser asta navdewletî nîşan dide.

Serokê Herêma Kurdistanê spasî Îmaratê kir ji bo yarmetiya miroviyên wê, bi taybetî jî piştî yarmetiyên bi navê destpêşxeriya xanima Şêxe Fatîme Bint Mubarek ku têda hezaran derziya vaksîna dijî Koronayê pêşkêşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir. Her wiha spas û pêzanînê ji bo rola Heyva Sora Îmaratî û birêz Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê derbirî.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi bingeheke baş ya ji bo veberhênanêye, amadeye hemû hêsankariyek pêşkêşî veberhênan û sermayeguzariya Îmaratî li hemû kert û waran da bike û pêşwaziyê li kompanyayên Îmaratî û kar û projeyên wan dike.

Di derbarê rewşa navçeyê de, her du alî hevrê bûn ku hevbeşa alîkariya welatên navçeyê ji bo parastina aramiyê û nehiştina metirsiyên terorê û tundrewî û pêşxistina warên hemû kertan da ku pêwîste, ji bo vê mebestê jî amadehî û rola Iraq û Herêma Kurdistan û Îmaratê li gel welatên navçeyê bi girîng zanî.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Biro: Divê diyaloga bi Şamê re di bin çavdêriya navdewletî de be

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm …