سه‌ره‌تا kurdistanî Efrîn- Ji ber topbaranê 18 sivîl şehîd bûn

Efrîn- Ji ber topbaranê 18 sivîl şehîd bûn

1 min read
0
26

Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re, îro demjimêr 6ê êvarê 5 top li nava bajarê Efrînê ketin, di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha wê jêderê diyar kir ku çend top li taxa Vêlat, topek li riya Mazotê, topek nêzîkî Dibistana Feysel Qedûr, topek li riya Maratê ketin.

Piştî wê êrîşê bi demjimêrekê, 4 topên din li nava bajêr ketin ji wan jî topek li nexweşxaneya Efrînê ket û tê de hejmarek bûn qurbanî û nexweşxane ji kar derketî.

Li gor zanyariyên K24ê jî, topek li mala diktor Emîn Qoşo yê li ser riya Maratê ket û diktor şehîd bû.

Li gor zanyariyên K24ê, di her encama êrîşa li ser Efrînê de heta niha 18 kes hatine kuştin û 35 kes birîndar bûne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em yekem dezgeh bûn ku me xizmeta xelkê Şingalê kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di nava heft salên karesata Şingalê de weke yekemîn dezgeh, xi…