سه‌ره‌تا kurdistanî PDK: Divê rêz li dezgehên dadweriyên û serweriya yasayê were girtin

PDK: Divê rêz li dezgehên dadweriyên û serweriya yasayê were girtin

2 min read
0
39

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, destêwerdana di karûbarên dadgehan de û siyasetkirina babetan, sûdê nagihîne rewşê û ne merc e eger nêrîn û alîgiriya aliyekî nebe biryar, tê wateya ku biryar ne rast in.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê tê gotin: Di derbarê biryara dadgeha pêdeçûnê ya di derbarê çend kesan de, mixabin çend aliyan dûrî li ber çavgirtina serweriya yasaya deshilata dadweriyê bertek nîşan dan. Em bi pêwîst dizanîn rêzê li sazî û dezgehên dadwerî û serweriya yasayê bigirin. Destêwerdan li karûbarên dadgehan û bi siyasîkirina mijaran sûdê nagihînê vê rewşê. Ne şert e ger dîtin û alîgirtiya aliyekê nebûbe biryar, bê wê wateyê ew biryar ne rast e.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat: Tişta rûdayî eşkere ye. Piştî lêkolîna yasayî ya ji aliyê yasayî û pêwendîdar ve, bi xwe spartina belgeyên li ber destê wan; hewla çend kesan a ji bo têkdana aramî û asayîşa herêma kurdistanê bûye armanc. Lewra baştir e em bihêlin dezgehên yasayî karê xwe bikin û rêzê li rolê wan werbigirin.

Herwiha got: “Eger hewl di wê arasteyê de bin, babet bên siyasîkirin û zêdetir weke bangeşeya hilbijartinê bixin ber çavê welatiyan, em jî weke PDKê, gelek mijar hene behsê bikin.

Di dawiyê de Polîtburoya PDKê dibêje: “Hêvîdar in araste û lojîka parastina aramî û asayîşa herêma kurdistanê li pêşiya hemû hewleke din be.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Efrîn- Ji ber topbaranê 18 sivîl şehîd bûn

Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hej…