سه‌ره‌تا kurdistanî Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

1 min read
0
57

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 11 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 11 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes kes li tebqayê, 1 kes li Dêrazorê û 5 kes li Minbicê ne.

Herwiha diyar kir, 36 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 8 kes li Dêrazorê, 4 kes li kampa Holê û 2 kes li kampa Roj in.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 7 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16502 kesan, ji wan 668 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1704 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Efrîn- Ji ber topbaranê 18 sivîl şehîd bûn

Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hej…