سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê civiya

Serok Barzanî ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê civiya

2 min read
0
79

Serokê Mesûd Barzanî îro 3.5.2021ê ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî civiya û pêşhatên dawiyê yên Iraq, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kirin.

Serok Barzanî di twîtekê de da zanîn, ew ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî pêşhatên dawiyê yên Iraq, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kirin.

Malpera Serok Barzanî jî derbarê civînê de ragihand ku di hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê pirse û sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî gihand ji bo giyanê pak ê wan Pêşmergeyên ku çend rojên derbasbûyî ji ber êrîşa DAIŞê şehîd bûn, herwiha êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo aramiya navçeyê û Iraqê girînge.

Her di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û gefên li ber aramiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê hate nirxandin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo parastina aramiya siyasî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî û Xesro Goran Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…