سه‌ره‌تا kurdistanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

1 min read
0
41

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Stavros Kyrimis kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê nû yê Yûnanistanê kir û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest di karê wî yê nû de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dike.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê tevî balkişandina ser pêwendiyên dostane û mirovî yên navbera Yûnanistan û Herêma Kurdistanê, tekez kiriye ku pêgeheke girîng a Herêma Kurdistanê heye û faktoreke îstiqrarê ye li herêmê.

Stavros Kyrimis herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêmê di hemû waran de nîşan da.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) k…