سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

1 min read
0
43

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di civînê de balyozê Brîtanya êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bi taybet li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Brîtanya û welatên hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê li hember gef û aloziyan, ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê faktorek girîng e bo aramiya Iraq û deverê.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û astengiyan li hember hilbijartinên Iraqê hatin axaftin.

Di beşeka din ya civînê de her du aliyan ronahî xistin ser xebatên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge. Di vir de balyozê Brîtanya piştevanî û alîkariya welatê xwe bo serxistina çaksazî û aktîfkirina hêzên Pêşmerge anî ziman.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Efrîn- Ji ber topbaranê 18 sivîl şehîd bûn

Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hej…