سه‌ره‌تا kurdistanî Qamişlo – Şer berdewame û 5 çekdarên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 8 çekdar jî birîndar in

Qamişlo – Şer berdewame û 5 çekdarên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 8 çekdar jî birîndar in

1 min read
0
35

LI bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, şerê navbera asayîşa ser bi PYDê û milîsên ser bi rejîma Sûriyê berdewam e.

Şerê duh 20.04.2021ê êvari li rawestgehekî asayîşa PYDê ya li çarêya Wehde li taxa Tey a bajarê Qamişlo derket îro jî berdewame û li gor zanyariyan di wî şerî de 5 çekdarên milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê hatine kuştin û 8 çekdarên wan jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan şer piştî girtina hejmarek çekdarên milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê ya ji aliyê asayîşa PYDê ve destpê kiriye û heta îro 21.04.2021êbi awayekî bê navbera berdewam dike.

Ji aliyê din ve asayîşa PYDê jî ragehand, şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Asayîşa PYDê bi beyanameyekî ragehand: ‘’Çekdarên ser bi rejîma Sûriyê hewla têkdana aramiya Qamişlo didin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) k…