سه‌ره‌تا kurdistanî Dr. Cotiyar Adil: Hefteya bê wê projeya budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin

Dr. Cotiyar Adil: Hefteya bê wê projeya budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin

2 min read
0
39

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil derbarê civîna îro ya kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivî û ragihand hefteya bê wê projeta budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin.

Îro roja çarşemê 21.04.2021ê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil derbarê civîna Encûmena Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivî û ragihand û di civînê de êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, helwêsta dost û hevpeymanan û hat gotêbêjkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya hevpeymanan û welatên dost dike.

Herwiha Dr. Cotiyar Adil aşkere jî kiriye wê di 25ê mehê de wê mûçe were dabeşkirin. Herwiha Cotiyar Adil aşkere ragihandiye hefteya bê wê projeta budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin.

Di berdewamiyê jî de Cotiyar Adil aşkere jî kiriye di meseleya dewamê de li Silêmaniyê kêmtirxemî heye û fermanber bi awayekî berdewam beşdarî di dewama xwe de nakin û nîgeranî bi wan re çêbûye û wan derbarê kêmetirxemiya dewamê de wan aliyên peywendîdar erkdar kiriye lêpîrsînê dest pê kiriye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) k…