سه‌ره‌تا kurdistanî Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir

1 min read
0
81

Îro 11.04.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeys kir.

Hevdîtinê de rewşa Iraq û peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û welatên erebî hate guftûgo kirin.

Emîndarê giştî yê Komkara Erebî pesnê rol û pêgeha giring a herêma Kurdistanê da, ku pêşketina aboriyekî diyar bidest xistiye û amaje bi wê yekê jî kir ku serdana wî ya ji bo herêma Kurdistanê peyameke bo welatên erebî ku pêwîste peyvendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraq a federal de pêşbixin, bi taybet jî di warê danûstanên bazirganî û hilberînê de.

Serokê hikûmetê jî spasiya piştevaniya emîndarê giştî yê Komkara welatên Erebî kir û hêvî xwest Komkara Erebî rola xwe ya giring bilîze di çareser kirina pirsgirêkên mezinbûyî yên Iraqê de. Herwaha diyar jî kir ku herêma Kurdistanê dixwaze peyvendiyên baş li gel welatên erebî pêşbixe.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…