سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir

Serok Barzanî pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir

1 min read
0
108

Serok Mesûd Barzanî îro 11 Nîsana 2021an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û şanda pê re kir.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt armanca serdana xwe ji bo Iraqê û hevdîtina wî ligel serokatiyên Iraqê ji Serok Barzanî re diyar kir. Hêviya wê yekê jî xwast ku Iraq bikare dûrî destêwerdana derveyî ber bi aramiyê ve biçe û tekezî li girîngiya pêwendiyên di navbera welatên erebî û Iraqê de kir.

Her di wê civînê de, her du aliyan zehmetiyên li pêş projeya siyasî ya Iraqê, pêkvejiyanê û çespandina bingeha hevpariyê li Iraqî guftûgo kirin.

Gef û metirsiyên terorê û hizra tundrewiyê li ser Iraqî û welatên navçeyê, tewereke din a hevdîtinê bû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…