سه‌ره‌تا kurdistanî Ebû El-Xeyt: Piştavaniyê li Herêma Kurdistanê dikin

Ebû El-Xeyt: Piştavaniyê li Herêma Kurdistanê dikin

1 min read
0
85

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt ragihand, Komkara Erebî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt ragihand, Komkara Erebî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike. Destnîşan kir jî, bicihkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê yasaya budceyê de, ji berpirsatiya Hikûmeta Federalî ye.

Ehmed Ebû El-Xeyt ji K24ê re ragihand, “Komkara Erebî destêwerdanê di karûbarên welatên endam de nake, lê ligel wê jî, em girîngiyê didin Iraqa federal ku pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bihêz bikin.”

Derbarê rêkeftina budceya sala 2021an a Iraqê de Ebû El-Xeyt got: “Em dilxweş in ku rêkeftin derbarê budceyê de hate kirin. Di vê serdana min bo Bexdayê de min hesta berpirsatiyê li cem berpirsên Hikûmeta Federalî dît di çarçoveya dewleta federal de piştgîriya Herêma Kurdistanê bikin.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Îmaratê vegeriya Kurdist…