سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dilzarê şaîr peyamek belav kir

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dilzarê şaîr peyamek belav kir

1 min read
0
65

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya şaîr Dilzar peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê mezinê gelê me Ehmed Dilzar gihîşt min. Dilzarê şaîr kesayetiyekî xwedî bîr û bawer û niştimanperwer bû û xizmeteke zêde li edeb û şî’ira kurdî kir û berhemên wî yên bêhempa her dem li bîra edebdost û rewşenbîran da dimîne.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hemû rewşenbîr û nivîskar û şaîrên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Dilzar bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

10.04.202

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara dadgeha Almanya li ser cînosayda êzîdiyan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara dadgeha Almanya kir bo mehkûm…