سه‌ره‌تا kurdistanî Têketina nav parêzgeha Hewlêrê tê rawestandin

Têketina nav parêzgeha Hewlêrê tê rawestandin

2 min read
0
31

Rêveberiya Bazgehên Parêzgeha Hewlêrê geştyar û welatiyan agahdar dike ku ji demjimêr 24:00ê îşev, şeva çarşemê ser pêncşemê, biryara Jûra Operasyonan a Rûbirûbûna Koronayê li parêzgeha Hewlêrê dê cîbicî bikin û hemû bazgehên têketina nav parêzgeha Hewlêrê bigrin.

Rêveberê Bazgehên Hewlêrê Selam Xoşnaw ji K24ê re ragihand; ji demjimêr 24:00ê îşev, hemû bazgehên têketina nav Hewlêrê, ji parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê dê werin girtin û rê li ti welatiyek û geştyarek nayê dayîn ku têkevin parêzgeha Hewlêrê.

Selam Xoşnaw ji welatiyên ku dixwazin roja dawî ya hefteyê werin parêzgeha Hewlêrê daxwaz kir; piştî demjimêr 24:00ê şeva çarşemê neyên û dernekevin rê, ji ber ku li gor biryara jûra operasyonan, bi ti awayî rê nayê dayîn kesek bikeve nav Hewlêrê.

Xoşnaw diyar kir; hatûçûna li nav bajarê Hewlêrê asayî ye, tenê rê li welatî û geştyarên parêzgehên din nayê dayîn ku bikevin nav Hewlêrê, biryar ji demjimêr 24:00ê îşev dest pê dike heta şeva şemiyê bazgeh dê girtî bimînin.

Li gor biryara Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê, bazgehên parêzgeha Hewlêrê ligel parêzgehên din ên Iraqê ji roja 5 heta 7ê Adara 2021ê girtî bin, ji bilî hatûçûna şandên fermî yên hikûmetê û dîplomatîk û Hevpeymaniya Navdewletî û ajansên Neteweyên Yekbûyî, rê ji kesî re nayê dayîn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê (UNITAD) kir

Nîvroya îro dûşem 19.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya bi…