سه‌ره‌تا kurdistanî Dr. Cotiyar Adil: Rêkarên xweparastinê dê werin tundkirin

Dr. Cotiyar Adil: Rêkarên xweparastinê dê werin tundkirin

1 min read
0
30

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; pêvajoya perwerdehiyê dê berdewam bibe, lê divê rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê (Covid-19) werin tundkirin û eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina perwerdehiyê dê were rojevê.

Cotyar Adil civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand; Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di civîna xwe de ev biryar dane:

– Tundkirina rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê.

– Pabendkirina hemû welatiyan bi rênimayan.

– Îdare û yekeyên îdarî, dê hemû rêkaran cîbicî bikin.

– Perwerdehî didome, lê rêkarên pêwîst werin tudkirin.

– Eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina xwendinê dê were rojevê.

– Heta 10ê Adarê ev rêkar dê werin cîbicîkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê (UNITAD) kir

Nîvroya îro dûşem 19.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya bi…