سه‌ره‌تا kurdistanî Pêngaveke nû.. Li Amerîkayê ji bo piştevaniya Kurdistanê lobiya herî mezin

Pêngaveke nû.. Li Amerîkayê ji bo piştevaniya Kurdistanê lobiya herî mezin

5 min read
0
40

Rêxistina Dadperwerî bo Kurdan ku ji aliyê dostên Kurdan ên li rojava hatiye damezrandin û milyaderê Amerîkî Thomas Kaplan serokatiyê rêxistinê dike, di pêngava xwe ya herî nû de li New Yorkê kompaniya herî baş a parêzeran a Amerîkayê, ji bo piştevanîkirina Kurdistanê hilbijart.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, bername û armanca herî li pêş a vê pêngavê ew e ku bi awayekî sîstematîk bixebitin, da ku siyaset û biryarên rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê Kurd û Kurdistanê de, di qezenca doza Kurdistanê de be.

Rêxistina Dadperwerî bo Kurdan, kesên pispor, nivîskar, dîplomat, fîlmsaz, fîlozof û çalakvanên siyaset û kultur, kesayetên cîhanî û endamên diyar ên her du partiyên Komarî û Demokratî di nav wan de hene, weke:

– Bernard Henri Lévy, nivîskar, derhêner û fîlozofê Fransî

– David Petraeus, serokê berê yê navenda îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) û berpirsê hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn.

– Jeb Bush, hakimê berê yê eyaleta Floridayê û namzetê Komariyan ji bo Serokatiya Amerîkayê.

– Howard Berman, serokê berê yê lijneya pêwendiyên derve ya Kongersa Amerîkayê.

– Joseph Liberman, senator

– Mark Kirk û Steve Israel, endamên berê yên Kongersê.

Bernard Henri Lévy li Washingtonê ji Kurdistan24ê re eşkere kir; ew hewl dide rêz li qehremaniya Pêşmerge û xebat û têkoşîna vê hêzê were girtin û got: “Divê peykerê Pêşmerge li bajarê New Yorkê an jî li Washingtona paytext were danîn.”

Bîrmendê Fransî Bernard Henri Lévy di konferanseke navdewletî de li Parîsê, derbarê mijara referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê de, ku di 25ê Îlona 2017an de hat sazkirin û zêdetirî %93 xelkê Herêma Kurdistanê bi “Belê” deng dan serxwebûnê, ragihand: “Yek ji wan projeyên rêxistina me; danîna peykerek e li meydaneke bajarê New Yorkê, ji bo rêzgirtina li Pêşmerge, ku ji bo rojava, Amerîka û Ewropayê canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.”

Piştî rizamendiya Şaredariya New Yorkê, ku weke paytexta aboriya cîhanê tê nasîn, dê bi merasîmeke birûmet, peykerê Pêşmerge bi fermî were danîn.

Bernard Henri Lévy derhênerê fîlma Pêşmerge ye, ku di 28ê Mijdara 2017an de li baregeha Neteweyên Yekbûyî û di 6ê Adara 2020an de li nav Kongresa Amerîkayê hat pêşandan û vê jî karvedanên cûr bi cûr li pey xwe anî û weke “piştevaniyeke mezin a siyasî û manewî bo Pêşmerge û Kurdistanê” hat hejmartin.

Rêxistina Dadperwerî bo Kurdan, piştî şerê DAIŞê û berxwedana qehremanî ya xelkê Kurdistanê, herwiha rola diyar a hêzên Pêşmerge, hat damezrandin û binkeya wê ya sereke li New Yorkê ye, heta niha hewl dide bi rêya konferan û civînan, zanyariyên rast belav bike û piştevaniya siyasî û manewî ji bo doza rewa ya Kurdistanê pêk bîne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanist…