سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî pêşwazî li serokê hoza Şemmer li Sûriyê kir

Serok Barzanî pêşwazî li serokê hoza Şemmer li Sûriyê kir

2 min read
0
93

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li serokê hoza Şemmer li Sûriyê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja yekşem 07.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Humêd Deham Elhadî Şêx û Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de piştî danustandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û peywendiya dêrîna di navbera wan, tekez li ser bi hêztir kirina peywendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên dinên li Sûriye û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi dil ve behsa rewşa xerap ya Sûriye kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî giştgîr hebê ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku çend sale li holê daye. Her wiha Serok Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Hejmara kuştiyên şerê HSD û DAIŞê li Hesekê zêde dibin – Şer heta niha jî berdewam e

Şer û pevçûnên li zîndana “Sinaa” a Hesekê, mezintirîn zindanên DAIŞê li Sûriyê di roja 3e…