
Li Qamişlo şer di navbera hêzên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma Sûriyê de derket.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, vê êvarê li taxa Hilko ya Qamişlo endamên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî teqe li hev kirin û şer û pevçûn di navbera wan de derket. Bêyî ku ziyanên wî şerî bên zanîn.
Li gor çalakvanan jî, di encama pevçûnan de endamekî Berevaniya Niştimanî hatiye kuştin.
Diyar kir jî, hêzên asayişê taxa Hilko bi temamî dorpêç kirin û rê nadin kesekî derbasî taxê bibe yan jê derkeve.
Pêştir çendîn caran şer di navbera endamên asayişê û çekdarên wê grûpa ser bi rêjîma Sûriyê ve li Qamişlo û Hesekê derketiye.