سه‌ره‌تا kurdistanî Li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞê destpê kiriye

Li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞê destpê kiriye

2 min read
0
47

Di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞ’ê hat kirin.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, îro hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi riya firokeyeke bêfirokvan êrîşî ser veşargehên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorê navbera Kifrî û Xurmatû yê li Çiyayê Xere kir.

Jêderekî ji hêza Pêşmerge jî ji K24ê re ragihand, heyama 3 rojan ve hêzeke Fransî û hêzeke konando ya Pêşmerge bi armanca çavdêrîkirina çekdarên DAIŞê, li rojhilatê Xurmatûyê ne.

Wî jêderî da zanîn jî, di encama bombebaranê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hejmarek çekdarên din ber bi çiyayê Hemrînê reviyane.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ji ber nemane hêza Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî, tevger û êrîşên DAIŞê zêde bûne. Ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê û dagirtina valahiya ewlehiyê, Wezareta Pêşmerge bi Wezareta Berevanî ya Iraqê re di pêwendiyê de ye û pêşniyaza wê yekê kiriye, ji bo rêgirî li êrîşên DAIŞê bikin, hin binkeyên hevbeş deynin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …