سه‌ره‌تا kurdistanî Li çiyayê Qereçoxê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li çiyayê Qereçoxê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

1 min read
0
47

Di êrîşeke asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li çiyayê Qereçoxê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniykê de ragihand, hêzên asmanî yên ser bi Hevpeymaniyê ve, li sînorê parêzgeha Kerkûkê hejmarek pêgehên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de 7 çekdar hatin kuştin.

Ji heyama mehekê ve ye, çalakiyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûk û Selahedînê zêde bûne û hêzên ewlehiyê jî bi operasyonên xwe de berdewam in.

Her îro jî di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞ’ê hat kirin û hat zanîn ku 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …