سه‌ره‌تا kurdistanî Dîndar Doskî: Yê Kurdistan parast Serok Barzanî û Pêşmerge bûn ne dijminên kurdan

Dîndar Doskî: Yê Kurdistan parast Serok Barzanî û Pêşmerge bûn ne dijminên kurdan

2 min read
0
45

Siyasetmedar û yek ji damezrînerê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdisanê (Yekgirtû) Dîndar Doskî ragihand yê Kurdistan parast Serok Barzanî û Pêşmerge bû ne dijminên kurdan.

Îro roja şemiyê 23.01.2020an Dr. Dîndar Doskî ji BasNewsê re axivî û da zanîn ew kesên bergirî li Kurdistanê kirine Serok Barzanî û Pêşmerge bû û di paşerojê jî de her Pêşmerge wê bergiriyê bike, Kurdistan welatê me ye û em bi xwe bergiriyê dikin. Xelkê din ji bo berjewendiyên xwe hevkariya me dikin. Ew kesên niha dibêjin me Kurdistan parast, tirsa wan hebû û destê wan li ser dile wan bû ku weke Bexdayê nekevin destê DAIŞê, Pêşmerge bergirî li Kurdistanê kir û bi hezaran şehîd da, kes nikare bi êrîşa ragihandinê îradeya milletekî ji nav bibe.’’

Herwiha Dr. Dîndar Doskî amaje bi wê yekî jî kir Serok Barzanî weke Serfermandarê Pêşmerge herdem ligel Pêşmergeyan bû ji bo jinavbirina DAIŞê û kî dikare rola wî kêm bike û wê rastiyê nebine.

Dr. Dîndar Doskî bi fermana Serok Barzanî û operasyona mezin a Pêşmerge Şingal ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û rola Serok Barzanî di parastina Hewlêrê û hemû xaka Herêma Kurdistanê de hebû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …