سه‌ره‌تا kurdistanî Xweciha Kobaniyê ya ENKSê rastî êrîşeke çekdarî hat

Xweciha Kobaniyê ya ENKSê rastî êrîşeke çekdarî hat

1 min read
0
31

Grûpeke çekdar îro bi narincok û guleyan êrîşî ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Şukrî Şahîn Ehmed ji K24ê re ragihand, îro berbangê grûpekê êrîşeke çekdarî bir ser ofîsa Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê.

Diyar kir, wê êrîşkeran 2 narincok avêtin nava ofîsê û gule bi ser ofîsê û ala Kurdistanê de berdan û ziyanên madî gihîşt ofîsê.

Got jî, armanc ji vê êrîşê ew e, aliyek heye naxwaze danûstandinên yekrêziya Kurdî – Kurdî bi ser bikeve.

Tekez kir jî: “Ew çi bikin jî, dê yekrêziya kurdî biçe serî û em ti carî bi paş ve venakişin û em ê ji bo berjewediyên gelê xwe û Kurdistana Sûriyê xebatê bikin.

Roja 13 û 15ê Berçileya borî jî ofîsa Xwecihiya Dirbêsiyê û Amûdê ya ENKSê rastî êrîşan hatibûn û ala Kurdistanê kelûpelên di hundirê wan de hatibûn şewitandin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …