سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî û Hulusi Akar civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Hulusi Akar civiyan

2 min read
0
40

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Bergiriya Tirkiye Hulusi Akar civiya.

Akar piştî serdana Bexdayê hat Hewlêrê û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne.

Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusî Akar û şand a pê re civiya.

Di hevdîtinê de behsa seredan û dîdarên Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê li Bexda û Hewlêrê hate kirin. Herdu aliyan tekezî liser parastina aramiya navçeyê û giringiya hevkarî û hemahengiya Îraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê ji bo parastina aramiyê navçeyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasiya Tirkiyeyê bo alîkariyên şerê DAIŞê bo Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir ku nabe axa Iraqê û herêma Kurdistanê wekî pêgehek gefê liser Tirkiye û welatên cîran were bikar anîn û hêvî xwest, di vê derbarê de Îraq erkê xwe cîbicî bike.

Herwiha şanda mêvan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî hertimî fakterê aramiyê li navçeyê dibe. Pêşxistina pêwendiyên Iraq, Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina Şengalê beşek din ê civîna her du aliyan bû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …