سه‌ره‌تا kurdistanî Ji Mesrûr Barzanî bo Mezlûm Ebdi peyama sersaxiyê

Ji Mesrûr Barzanî bo Mezlûm Ebdi peyama sersaxiyê

1 min read
0
40

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata dayika Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî peyama sersaxiyê weşand.

Xezne Hac Hisên (86) dayika Mezlûm Ebdî (Mezlum Kobanî) ye. Îro li Kobaniyê di mala xwe de wefat kir. Sedema wefatê krîza dil e.

Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Ji Bo Birêz Mezlûm Ebdî.

Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, aramî û dilnewayiyê bide malbat we ya rêzdar.”

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê …